HSD: Hilwesîna rejîmê derfeteke dîrokî ye, lê vegera koçberên Efrînê sert e

Dîroka Weşanê :
HSD: Hilwesîna rejîmê derfeteke dîrokî ye, lê vegera koçberên Efrînê sert e

PeyamaKurd – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), di salvegera yekem a hilweşîna rejîma Baesê ya li Sûriyeyê de daxuyaniyeke berfireh belav kir. HSDyê bidawîhatina desthilata rejîmê wekî “derfeteke dîrokî” pênase kir, lê di mijara Efrîn û Serêkaniyê de hişyariyên cidî dan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku destkeftiyên îro ne bûyerên demkî ne, lê “encama rewa ya berxwedana gel” in. HSDyê bi bîr xist ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) pêşengiya şikandina kelepçeya ewlehiyê ya rejîmê kirine û hîn di sala 2012yan de rêveberiya xwe ya xweser ava kirine.

Fermandariyê bal kişand ser wê yekê ku avakirina Sûriyeyeke nû bi amûrên rejîma kevin pêk nayê. Di daxuyaniyê de hat gotin:

Divê peymaneke civakî ya nû were damezrandin ku maf û azadiyan garantî bike û rê li ber vegera zordariyê bigire.”

Hişyariya Efrîn û Serêkaniyê

HSDyê tekez kir ku mijara koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo wan xeta sor e û şertekî bingehîn ê çareseriya siyasî ye. Di daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn:

Bi sed hezaran koçber hîn jî ji mafê vegera malên xwe bêpar in. Heta ku vegera ewle û bi rûmet pêk neyê, tu çareseriyeke siyasî nikare adil be an bi tevahî were qebûlkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de, HSDyê bersiva “gotinên nefretê” û retorîka provokatîf da û ragihand ku ew ê wekî hêza sereke ya parastina gel bimînin:

Hêzên me wê li hemberî her êrîşê û her hewldana têkbirina ewlehiyê bisekinin. Îro paşeroja Sûriyeyê dest pê dike.”