PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Kanûna 2025an pêşwazî li civaknas û zanayê naskirî yê Kurd Dr. Reşad Mîran kir û ji ber wergirtina xelata navdewletî ya "Pûşkîn" pîrozbahî lê kir.
Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo hewldanên zanistî û akademîk ên Dr. Reşad Mîran anîn ziman.
Serok Barzanî destxweşî li Dr. Reşad Mîran kir ku xelata "Pûşkîn" bi dest xistiye.
Dr. Reşad Mîran spasiya Serok Barzanî kir û kurteyek derbarê kar û xebatên xwe yên zanistî de şîrove kir. Herwiha wî çend pirtûkên xwe yên nû wekî diyarî pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev xelat meha borî li paytexta Rûsyayê Moskowê ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn pêşkeşî Dr. Mîran hatibû kirin.