PeyamaKurd – Kongreya Amerîkayê di çarçoveya budceya sala 2026an de (NDAA) li ser rakirina dorpêçên “Qanûna Caesar” (Sezar) kar dike. Rakirina cezayan girêdayî mercên wekî parastina mafên kêmneteweyan, têkoşîna li dijî terorê û rawestandina bazirganiya madeyên hişbir e.
Li gorî pêşnûmeyê, eger şert neyên bicîhanîn, dê dorpêç vegerin. Ev pêngav piştî hevdîtina dîrokî ya di navbera Trump û Serokê Sûriyeyê “Ehmed Şera” de tê û armanc jê piştgiriya aborî ya rêveberiya nû ye.