PeyamaKurd – Îro serê sibê li taxa Awbareyê ya Silêmaniyê, ji ber jêçûna gazê teqînekê rû da û li dû wê şewat derket. Di bûyerê de xwediyê malê birîndar bû û ziyaneke mezin a madî gihişt avahiyê.
Li gorî zanyariyan, bûyer demjimêr 07:30an qewimiye. Tê diyarkirin ku gaz bi şev di nav malê de belav bûye û dema xwediyê malê xwestiye heste vêxe, teqîn pêk hatiye.
Tîmên Parastina Sivîl demildest gihiştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin. Welatiyê ku dest û rûyê wî şewitiye, ji bo çareseriyê rakirin nexweşxaneyê. Vê bûyerê careke din fikarên li ser ewlehiya pergalên gazê zêde kirin, ku berê jî li Silêmaniyê bûbû sedema karesata mala Hacî Mezher û mirina 15 kesan.