PeyamaKurd – Li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ya başûrê rojhilatê Îranê, geşedaneke ewlehiyê ya nû qewimî. Komên çekdar ên herêmê di bin sîwana rêxistineke nû ya bi navê "Eniya Berxwedana Gel" de yekbûna xwe ragihandin. Komê tavilê piştî avabûnê, berpirsiyariya êrîşa li dijî karwaneke Supaya Pasdaran girt ser xwe ku tê de 4 leşker hatin kuştin.
Her çend medyaya fermî ya Îranê vê yekbûnê wekî kombûna çend komên biçûk nîşan bide jî, zanyariyên ji herêmê diyar dikin ku bingeha sereke ya vê avahiyê li ser rêxistina "Ceyş el-'Edl" hatiye avakirin. Lê xala ku vê carê balê dikişîne, guhertina stratejiya wan a siyasî ye.
Berevajî salên borî ku tevgerên çekdarî yên li herêmê tenê li ser nasnameya Sunî û daxwazên Belûçan disekinîn, Eniya Berxwedana Gel zimanekî berfirehtir bi kar aniye. Di daxuyaniya xwe de bang li Kurd, Ereb, Tirk û hemû gelên Îranê kirin ku li dijî rejîmê bibin yek û têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Li hemberî vê, Tehran hewl dide komê wekî "projeyeke îstîxbarata biyanî" û dirêjkirina destên derve nîşan bide. Lêbelê, pispor destnîşan dikin ku piştî xwepêşandanên sala 2022an, derketina hêzeke çekdarî ku daxwazên etnîkî yên cihêreng dike yek, ji bo ewlehiya Îranê metirsiyeke nû û cidî ye.