PeyamaKurd – Wezareta Koç û Penaberan a Iraqê ragihand ku hejmara welatiyên Iraqî yên li Kampa El-Holê ya Rojavayê Kurdistanê mane, daketiye bin 5 hezar kesan. Hikûmeta Bexdayê bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) plan dike ku heta sala 2027an vê dosyayê bi tevahî bigire û hemû welatiyan vegerîne.
Cîgirê Wezîrê Koç û Penaberan Kerîm Nûrî diyar kir ku tevî cudahiya di navbera daneyên NY û HSDyê de, li gorî tomarên wan hejmara Iraqiyên li kampê bi awayekî berbiçav kêm bûye. Nûrî destnîşan kir ku heta niha nêzîkî 19 hezar welatî hatine vegerandin û ji bo van kesan li Kampa Ceda ya Mûsilê navendeke taybet a rehabîlîtasyonê hatiye amadekirin.
Li aliyê din, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYyê yê li Iraqê Mihemed Hesen, di rapora xwe ya pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir de daneyên hûrgilî parve kirin. Li gorî Hesen, heta niha 20 hezar û 800 kes vegeriyane malên xwe û karwana dawî di 1ê Kanûna Pêşîn a 2025an de gihîştiye Iraqê. Di vê karwanê de 850 kesên ji 240 malbatan pêk dihatin, cih girtin.
Kampa El-Holê ya ku malbatên çekdarên DAIŞê lê dimînin, wekî yek ji kampên herî metirsîdar tê naskirin. Li gorî rêkeftina navbera Bexda û NYyê, armanca sereke ew e ku bi pêvajoyeke "bi rûmet û domdar" heta sala 2027an kamp ji welatiyên Iraqî bê valakirin.