PeyamaKurd- Li bajarê Reqa yê Sûriyê piştî vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hatina hêzên Şamê, xelkê li saziyên dewletê û giştî dizî û talan kir û dîmên wan li ser medya civakî jî belav bûn.
Dezgeha Ewlehiya Navxwe ya Reqayê bi daxuyaniyeke lezgîn hişyarî da xelkê bajêr û xwest ku kel û pelên ku ji avahiyên hikûmetê û leşkerî hatine dizîn di nava 3 rojan de vegerînin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Hêzên Ewlehiya Navxwe ve hatiye belavkirin de hat diyarkirin ku ev pêngav di çarçoveya hewldanên ji bo vegerandina aramiyê û parastina mal û milkên giştî de hatiye avêtin.
Ji xelkê hate xwestin; hemû cureyên çekan, amûr û alavên teknîkî, pêdivî û kelûpel, otomobîl û wesayîtan radestî Stada Şaredariyê bikin.
Herwiha hate gotin ku armanca vê biryarê "efûkirin û lêborîna tam" e ji bo kesên ku hevkarîyê bikin.