Xwepêşandanên piştevaniya Rojavayê Kurdistane didomin

Dîroka Weşanê :
Xwepêşandanên piştevaniya Rojavayê Kurdistane didomin

PeyamaKurd- Ji ber metirsî û êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û dorpêça ser bajarê Kobaniyê, li seranserê cîhanê her cihê ku Kurd lê hene xwepêşandan têne lidarxistin.

Li bajarên Ewropayê şevê din jî heta derengiyê bi alayên Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin û ji berpirsên wan welatan hate xwestin ku hewl bidin êrîş û metirsiyên li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê rawestînin.

Herwiha bi taybet li Başûrê Kurdistanê kampanyayên mezin ên alîkariyê bo xelkê Rojava hatine destpêkirin da ku rewşa mirovî ya gel negihîje karesatekê.