PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li biryara Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo destnîşankirina Nûrî Malikî wekî namzedê Serokwezîrê Iraqê kir.
Serok Barzanî, hilbijartina Nûrî Malikî ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve pîroz kir û di çareserkirina kêşe û pirsgirêkan de serkeftin jê re xwest.
Herwiha Serok Barzanî hêvî dikir ku Malikî di rakirina astengiyan de biser keve.
Çarçoveya Hevahengiyê ku mezintirîn bloka Parlamentoya Iraqê ye, bi piraniya dengan doh Nûrî Malikî wekî namzedê fermî yê posta serokwezîriyê destnîşan kir û ji parlementoyê xwest ku civînek bilez a hilbijartina serokatiyê lidar bixe.