Li Stockholmê otobusek qulipî, 3 kesan can da

Dîroka Weşanê :
 Li Stockholmê otobusek qulipî, 3 kesan can da

PeyamaKurd – Li navçeya Ostermalmê ya paytexta Swêdê, Stockholmê, otobuseke duqatî li rawestgehekê qulipî. Polîsê Swêdê ragihand ku di bûyerê de 3 kesên ku li rawestgehê disekinîn jiyana xwe ji dest dane û hin kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku ji medyaya Swêdê hatine wergirtin, otobusa ku qulipiye di dema qezayê de vala bû. Piştî bûyerê ajokarê otobusê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Tîmên hawarçûnê û hêzên ewlehiyê demildest çûn cihê bûyerê û tedbîrên berfireh hatin girtin.

Polîsê Swêdê daxuyand ku derbarê bûyerê de bi gumana "kuştina biqestî" lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin da ku sedema qezayê were zelalkirin.