PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Rubio ragihand ku di danûstandinên li gel Moskowê yên ji bo bidawîanîna şerê Ûkraynayê de, her çend sînordar be jî, hin pêşketin hatine bidestxistin.
Rubio diyar kir ku armanca wan peydakirina çareseriyeke wisa ye ku Ûkrayna bikaribe pê re bijî û ewlehiya xwe dabîn bike.
Civîna 5 saetan a li Kremlînê
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku şandeyeke Amerîkî li Moskowê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re civiya. Di şandeyê de Nûnerê Taybet Stiv Vitkof û zavayê Donald Trump, Cared Kuşner cih girtin û civîn li Kremlînê nêzîkî 5 saetan dewam kir.
Ûşakov: Civîn berhemdar bû
Şêwirmendê Pûtîn, Yûrî Ûşakov civîn wekî "berhemdar" pênase kir, lê destnîşan kir ku hîn li ser herêmên di bin kontrola Rûsyayê de tu rêkeftinek nîne û gotûbêj berdewam in.
Her wiha hat ragihandin ku Amerîka û Ûkrayna li ser "çarçoveyeke aştiyê ya nû" dixebitin, ji ber ku plana berê ji aliyê Kîev û Ewropayê ve hatibû redkirin.