PeyamaKurd – Çekdarên rejîma Îranê li Seqiz û Merîwanê 2 kolberên Kurd birîndar kirin
Çekdarên rejîma Îranê li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê êrîşî kolberan kirin. Di encama gulebarana rasterast de li Seqiz û Merîwanê 2 kolberên Kurd birîndar bûn.
Li gorî Saziya Mafên Mirov a Hengawê, li sînorê Bestamiyê yê Seqizê, kolberê 30 salî yê bi navê Siyaveş Cewanî bi guleya hêzên rejîmê ji pişt û rahna xwe bi giranî birîndar bû. Di vê êrîşê de heman êrîşê de 4 hespên kolberan jî hatin qetilkirin û dest danîn ser 2 hespan.
Hengawê diyar kir ku li sînorê Başmaxê yê Merîwanê jî, kolberekî bi navê Sîna bû hedefa guleya çekdarên Îranê û birîndar bû.