Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Yewnanistanê kir: Tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan hat kirin

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Yewnanistanê kir: Tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan hat kirin

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Yewnistanê yê li Iraqê kir ku bi mebesta xatirxwestinê serdana wî kir. Di hevdîtinê de behsa bipêşxistina têkiliyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Yewanistanê de hat kirin.

Roja Çarşemê 3yê Kanûna 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi Balyozê Yewnanistanê yê li Iraqê Georgios Alemanos re civiya. Di vê hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Yewnanistanê li Hewlêrê Nikolaos Stergioulas jî amade bû.

Balyozê Yewnanistanê ku ji bo xatirxwestinê û bidawîhatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû, kêfxweşiya xwe li hember wê aramî û pêşketina aborî ya ku li Herêma Kurdistanê pêk hatiye nîşan da.

Di hevdîtinê de Balyozê Yewnanistanê amaje bi dîroka xebat û berxwedana gelê Kurdistanê kir û destnîşan kir ku ev dîrok û kolnedana gelê Kurd, bûye ezmûneke dewlemend û mînakek ji bo dubare rabûn û berdewamiya jiyanê.

Di beşeke din a civînê de, rewşa têkiliyên navbera Hewlêr û Atînayê hat gotûbêjkirin. Her du aliyan tekezî li ser kûrkirina dostaniya navbera her du gelan û berfirehkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yewnanistanê kirin.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de bi taybetî li ser hevkariya di warên aborî, çandinî, çandî û xebatên akademîk de lihevkirin hatiye nîşandan û daxwaza pêşxistina van waran hatiye kirin.