PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (3yê Kanûna 2025) pêşwazî li Balyozê Yewnanistanê yê Iraqê Georgios Alemanos kir ku bi mebesta xatir xwestinê hat serdana wî.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Yewnanistanê yê li Hewlêrê Nikolaos Stergioulas jî amade bû. Mesrûr Barzanî spasiya balyoz kir ji bo xebatên wî yên di warê bihêzkirina peywendiyên dîrokî yên navbera her du aliyan de.
Balyozê Yewnan pesnê pêşketin, avedanî û çaksaziyên hikûmetê veda û tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo bipêşxistina peywendiyan kir.