PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku piştî gulebarankirina du Parêzvanên Neteweyî di 26ê Mijdarê de li nêzî Qesra Spî, hemû Parêzvanên Neteweyî yên li Washington, D.C., çekdar bûne.
Berdevkê Wezaretê Kingsley Wilson di civîneke çapemeniyê de li ser vê mijarê agahî da.
Wilson ragihand ku hemû Parêzvanên Neteweyî yên li Washingtonê çekdar in û gelek Parêzvanên Neteweyî li kêleka polîsan dewriye digerin.
Wilson destnîşan kir ku zêdetirî 2,200 Parêzvanên Neteweyî wekî beşek ji "Hêza Peywirê ya Hevbeş a DC" li paytextê hatine bicihkirin, û 500 Parêzvanên Neteweyî yên din "di rê de ne".
Wilson herwiha tekez li ser pabendbûna wan a ji bo misogerkirina ewlehiya bajaran kir.