Nêçîrvan Barzanî: Nenavendîbûn ji bo Sûriyeyê sert e, HSD bêyî garantî çekan daneyîne

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî: Nenavendîbûn ji bo Sûriyeyê sert e, HSD bêyî garantî çekan daneyîne

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvînekê de li gel rojnamevana The Spectatorê Qanta Ehmedê nirxandinên giring derbarê paşeroja Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de kirin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ji bo Sûriyeyê sîstema nenavendîbûnê gelekî giring e û HSD nikare bêyî garantî çekan deyne.

Derfeta dawî ye”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku serokê demkî Ehmed Şer ji bo Sûriyeyê “derfeta dawî ye”. Wî destnîşan kir ku divê di Sûriyeya nû de hemû pêkhateyên wekî Kurd, Mesîhî, Durzî, Êzidî, Elewî û Erebên Sunî bêyî cudahî xwedî nûner bin.

Peyama derbarê HSDyê de 

Serokê Herêma Kurdistanê li ser çarenivîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî helwêstekê zelal nîşan da û got:

HSDyê qurbaniyên bêsînor dane. Ew nikarin bi hêsanî çekan deyînin û bêyî ku garantiya tevlinûnê hebe, wekî welatiyên asayî tevlî nav xelkê bibin.”

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer di Nîsana 2025an de li Foruma Dîplomasiyê ya li bajarê Tirkiyeyê Antalyayê civiyabûn.