PeyamaKurd- Piştî biryara Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê, serdana muhtemel a bo Îmraliyê, tê çaverêkirin ku di nava hefteyê de bê kirin.
Partiya Gel a Komarî (CHP) li dijî çûna Girava Îmraliyê derket û ji civîna komîsyonê derketibû, Koma Rêya Nû (Saadet, Gelecek û DEVA) jî di dengdanê de bêalî mabûn, lê bi dengên DEM Partî, MHP û AK Partiyê biryara çûna Îmraliyê hatibû dayîn.
Herwiha hate diyarkirin ku wê serdana bi helîkopterê bê kirin û wêne jî ji hevdîtinê neyên belavkirin.
Hate ragihandin ku wê sê endamên komîsyonê yên ji DEM Partîyê Parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji AK Partî Parlamenterê Hatayê Huseyîn Yayman û jî MHPê Parlamenterê Stenbolê Fetî Yildiz biçin Îmraliyê.
Li gorî nûçeyê wê şande pirsa YPG jî çekan berdide yan na? ji Abdullah Ocalan bipirse.
Tê çaverêkirin ku parlamenterên biçin Îmraliyê îro ji bo destûrê serî li Wezareta Dadê bidin û piştî wergirtina destûrê jî serdanê bikin.