PeyamaKurd- Şêwirmendê Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê Ebas Mûsewî, hûrgiliyên hevdîtinên Hewlêrê eşkere kirin û ragihand, armanca wan ne diyarkirina para partiyan bû, belkî danîna nexşerêyekê bû ji bo ku hikûmet bilez bê avakirin.
Musewî tekez kir ku, ew bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re li ser qanûna hilbijartinan û têkiliyên di navbera herdu aliyan de gihîştine hevfêmkirineke zelal.
Şêwirmendê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Ebas Mûsewî got: “Me di civîna xwe ya bi Serok Barzanî re de behsa encamên hilbijartinan û pêvajoya siyasî kir, herwiha me behsa wê yekê jî kir ku divê berbijar ji bo postên Serokomar, Serokê Parlementoyê û Serokê Hikûmetê bên yekalîkirin û navên berbijêran bi rengekî bilez bên pêşkêşkirin.”
Ebas Mûsewî diyar kir: “Behsa wê yekê nehatiye kirin ka kî dê wê postê werbigire an kîjan partî dê wan postan pir bike, belkî girîng zaniye ku her pêkhateyek destkeftiyên xwe diyar bike.”
Musewî, li ser civîna xwe ya bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî got: “Civîna me pir zelal bû, me behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, qanûna hilbijartinan, têbîniyên li ser wê qanûnê û ew têgihîştina xelet a qanûnan a ku di dema borî de hebû kir. Ew serdan serketî bû, û hemî bizav jî ji bo avakirina zû ya hikûmetê ne.
Hêjayî gotinê ye, Nurî Malikî doh Şemiyê bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê û bi awayekî cuda bi Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.