HSD: Hêzên Samê li Dêrazorê êrîs kirin, servanên me bersiv dan

Dîroka Weşanê :
HSD: Hêzên Samê li Dêrazorê êrîs kirin, servanên me bersiv dan

PeyamaKurd- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, li bajarokê Ebû Hemam li gundewarê rojhilatê Dêrazorê êrîşî xalên wan ên leşkerî kiriye û şervanên wan ji bo parastina ewlehiya herêmê û niştecihan bersiva êrîşê dane.

Navenda Ragihadinê ya HSDê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên Şamê li dijî bargeheke wan li bajarokê Ebû Hemam li gundewarê rojhilatê Dêrazorê êrîş pêk aniye. Hate diyar kirin ku hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dane.

Li gorî daxuyaniyê hêzên hikûmeta veguhêz bi awayekî bêserûber û rasterast bi roket û çekên giran xalên leşkerî û malên sivîlan bombebaran kirin û 3 xalên leşkerî yên li bajêr topbaran kirin. Herwiha di êrîşan de dron û dronên xwekuj jî hatin bikaranîn, ku ev yek xeteriya li ser xelkê sivîl zêde dike.

HSDê da zanîn ku ew ê tedbîrên pêwîst bigirin da ku van êrîşan rawestînin û aramiya herêmê biparêzin.