PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Brîtanyayê bo Sûriyeyê, Ann Snow, ragihand ku di serdana xwe ya hefteya borî ya bo Şamê de, bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re mijara parastina mafên Rojavayê Kurdistanê bi berfirehî gotûbêj kiriye.
Snowê di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê destnîşan kir ku rewşa Sûriyeyê di qonaxeke "biryardar û hesas" re derbas dibe.
Snowê eşkere kir ku di hevdîtinên li Şamê de, wan tekezî li ser "rêveberiyeke baş ji bo hemû Sûriyan" kiriye û daxwaz kiriye ku mafên pêkhateya Kurd were parastin û beşdariya wan a di jiyana siyasî de were mîsogerkirin.
Dîplomata Brîtanî her wiha bang li hemû aliyan kir ku rêzê li agirbestê bigirin û diyar kir ku Brîtanya ji nêz ve binpêkirinên li ser erdê dişopîne.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku çekdarên Ehmed Şera zextên xwe li ser taxên Kurdan ên li Helebê û li Rojavayê Kurdistanê HSDyê zêde kirine.