PeyamaKurd – Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî, daxwazên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû yên ji bo hevdîtinê red kirin. Tevî ku rêveberiya Amerîkayê ji bo pêkhatina vê civînê zextê dike, Qahîre di helwesta xwe de bi israr e.
Li gorî raporên medyayê, Sîsî naxwaze ku ev hevdîtin ji aliyê Netanyahû ve wekî "materyaleke bangeşeya hilbijartinê" were bikaranîn. Têkiliyên her du serokan ji beriya şer ve qut bûne û ji ber polîtîkayên hikûmeta Îsraîlê bêbaweriyeke kûr di navbera wan de heye.
Sedema sereke ya vê krîzê rewşa Xezeyê ye. Misir hewldanên Îsraîlê yên ji bo koçberkirina xelkê Xezeyê ber bi Nîvgirava Sînayê ve wekî "xeta sor" û gefek li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne. Hêjayî gotinê ye ku Netanyahû hewl dabû bi pêşniyara peymaneke gaza xwezayî ya 35 milyar dolarî qeşayê bihelîne, lê Sîsî ev yek jî qebûl nekir.