PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro Înî 23yê Rêbendana 2026an, ragihand ku hêzeke mezin a leşkerî ya welatê wî ber bi Îranê ve di rê de ye.
Trump destnîşan kir ku ev liv û tevgera leşkerî beşek e ji stratejiya zexta herî zêde ya li ser Tehranê da ku tevgerên wê yên li herêmê sînordar bikin.
Trump her wiha hişyariyeke tund a aborî da û eşkere kir ku ew ê bacên ji %25 li ser her alî an welatekî ku bi Îranê re bazirganiyê dike bisepînin. Serokê Amerîkayê îdia kir ku gefên wî yên leşkerî encam dane û got:
Min gef xwar ku eger bidarvekirin berdewam bikin, ez ê derbeyeke bihêz li wan bidim; wan jî bidarvekirin betal kirin."
Ev daxuyanî di demekê de tên ku rageşiya leşkerî û aborî ya di navbera her du welatan de li Iraq, Sûriye û Kendavê gihîştiye asta herî bilind.