Trump mizgîniya pêsketina mezin da; Witkoff diçe Berlînê

Dîroka Weşanê :
Trump mizgîniya pêsketina mezin da; Witkoff diçe Berlînê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di danûstandinên ji bo bidawîkirina şerê Rûsya-Ûkraynayê de "pêşketineke mezin" çêbûye. Li aliyê din, rojnameya Wall Street Journal (WSJ) eşkere kir ku nûnerê taybet ê Trump, Steve Witkoff, ji bo hevdîtinên krîtîk diçe Berlînê.

Trump di daxuyaniya xwe ya roja Şemiyê de îdia kir ku rêveberiya wî heta niha 8 şerên li cîhanê rawestandine û bal kişand ser şerê Ûkraynayê yê ku hîn berdewam e.

Trump got: "Me gelek tişt bi dest xistin. Kesî berê heşt şer bi dawî nekiribûn. Tenê şerek maye. Min digot qey ev ê ya herî hêsan be, lê em hîn jî pêşveçûneke girîng dikin. Armanca min ew e ku mirina bi deh hezaran mirovan a her mehê rawestînim."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ji bo çareserkirina krîza herêma Donbasê, plana "Herêma Aborî ya Azad" li ser maseyê ye. Trump her çend hûrgulî eşkere nekirin û got mesele "gelekî tevlihev" e, lê dîsa jî peyama baweriyê da ku pêvajo dê bi serkeftî bi dawî bibe.

Di çarçoveya van hewldanan de, Nûnerê Taybet Steve Witkoffê vê hefteyê diçe Berlînê. Li gorî agahiyan, tê payîn ku Witkoff bi Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî û rayedarên payebilind ên Almanya, Fransa û Brîtanyayê re bicive. Armanca sereke lezkirina pêvajoya aştiyê û kêmkirina nakokiyên li ser plana Amerîkayê ye.

Serokê Ûkraynayê Zelenskî berê daxuyandibû ku di plana Trump de fikarên wan ên li ser "garantiyên ewlehiyê" hene.

Li aliyê din, derbarê civîneke plankirî ya li Parîsê de agahiyên nakok tên. Çavkaniyên Ukraynî behsa civîneke pênc-alî (Amerîka, Ûkrayna, Fransa, Almanya, Brîtanya) dikirin, lê medyaya Polonî îdia kir ku ev civîn hatiye betalkirin.