PeyamaKurd – Rêveberiya Trump bi rêya cezayên nû zextên li ser Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro derbasî qonaxeke nû kirin.
Amerîkayê ceza li sê xwarzên jina Maduro, karsazekî Panamayî û 6 tankerên petrolê birîn, her wiha dest danî ser keştiyeke petrolê.
Çavkaniyên Amerîkî diyar kirin ku ev tenê destpêk e. Li aliyê din, Kolombiyayê ragihand ku eger Maduro desthilatê biterikîne, ew amade ne wî li welatê xwe bihewînin.