Ahmed El Şara bi fermî seredana Rûsya dike

Ahmed El Şara bi fermî seredana Rûsya dike

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan ya Rûsyayê ya bi navê RIA Novosti nûçeyekî belav kir û got ku serokê Sûriyê yê demkî Ahmed El Şara roja Çarşemê wê bi seredanekî fermî here Moskovayê. Ajans, binkeya nûçeya xwe bir ser TV ya fermî ya Sûriyê.

Li ser naveroka seredana Şara heya niha ti daxwuyaniyekî fermî nehat dayîn lê seredana Şara wê di li ser pêşdeçûnên li herêmê û pêwendiyên navbera Sûriyê û Rûsya bin.

Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak di 9ê Êlûnê de bi fermî seredana Sûriyê kiribû û li ser seha enerjiyê, desteka mirovî û mijarên din dan û sitendinan kiribûn.

Di wexta rejîma Esad de baregeha herî mezin ya Rûsyayê li bajarê Lezkiyê bû ku dikeve ser peravên Derya Sipî lê niha wê rewşa Lazkiyê dê çawa be, nayê zanîn. Destekvanên herî mezin yê Sûriyê Rûsya û Îran bûn. Hem serokê berê yê Sûriyê Beşar Esad niha li Moskova ye.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.