3 wezaret û çend saziyên Iraqê hatin hackkirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di salên dawî de Wezareta Navxwe, Ewlehiya Neteweyî, Îstîxbarat û çend saziyên din rastî êrîşên elektronî û hackkirinê hatine.
Operasyonên Hevbeş a Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir, pergaleke sînorkirî ya hejmarek saziyên hikûmeta federal bêyî ku bandorê li xizmetên bingehîn bike, hatiye hackkirin. Lê ti rewşeke ji karketin an jî rawestana sîstemê pêknehatiye.
Rojnameya El Erebî El Cedîd jî da zanîn: "Di salên dawî de, gelek caran êrîşên sîber li ser dezgehên ewlehiyê yên Iraqê hatine kirin, di nav de Wezareta Navxwe, Ewlehiya Neteweyî, Komîsyona Dij-Gendeliyê, Ajansa Îstîxbaratê, Wezareta Tenduristiyê û gelekên din hatine hackkirin, piştre desthilatiya Iraqê pêgehên xwe careke din wergirtine.’’
Pisporê ewlehiya sîber Xesan Rebîeî, ji rojnameyê re gotiye ku ev bûyer nîşan didin gefên sîber li dijî saziyên dewletê zêde dibin û hackkirin îspat dike ku di tedbîrên ku ji bo parastina daneyan hatine girtin de têkçûnek heye.
Wî pisporî daye xuyakirin, pêdivî ye ku binesaziya elektronîkî ya Iraqê bi berdewamî were nûjen kirin û ji bo pêşîgirtina li her êrîşeke sîber, xwe bispêre pergalên ewlehiyê yên zêdetir.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




