Li Siwêdayê xwepêşandina berdana revandiyan û mafê çarenivîsê

PeyamaKurd- Li parêzgeha Siwêda ya Sûriyê xwepêşandan hate lidarxistin û daxwaz hate kirin, revandiyên di êrîşan de çarenivîsa wan nediyar e bêne berdan.
Li qada Keramê ya bajarê Siwêdayê hejmarek mezin ji xelkê bajêr beşdarî xwepêşandanê bû.
Xwepêşanderan di serî de daxwaza serbestberdanan kesên revandî yên xelkê parêzgehê û bicihkirina mafê çarenivîsê bo parêzgeha Siwêdayê kir. Herwiha daxwaza derbasbûna komîtên lêkolînan ên navdewletî bo Siwêdayê kirin da ku lêkolîn ji bo tawan û binpêkirinên li parêzgehê hatine encamdan bi awayekî serbixwe û azad çêbibin.
Hêjayî gotinê ye, piştî bûyerên Siwêdayê û encamdana binpêkirinan, êdî Durzî banga serxwebûnê dikin û dibêjin qonaxa diyalogê bi hikûmeta Şamê re derbas bûye û dema serxwebûnê ye.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




