Hejmara girtiyên biyanî yên li Iraqê hate eşkere kirin

Hejmara girtiyên biyanî yên li Iraqê hate eşkere kirin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Dadê ya Iraqê Ehmed Liêbî, hejmara girtiyên biyanî yên li Iraqê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Liêbî ya bo Rûdawê, li Iraqê nêzîkî 550 girtî û hikûmxwarên biyanî di girtîgehan de hene.

Berdevkê Wezareta Dadê ev agahî dan: "Li girtîgehên Wezareta Dadê ya Iraqê, nêzîkî 550 welatiyên biyanî yên ji welatên endamên Yekîtiya Ereban û welatên din hene."

Ehmed Liêbî da zanîn ku yasaya dawî ya efûyê li ser girtiyên biyanî nayê bicihanîn.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.