Îranê kuştina 7 fermandarên xwe yên payebilind bi fermî ragihand

Îranê kuştina 7 fermandarên xwe yên payebilind bi fermî ragihand

PeyamaKurd- Supaya Pasdarên Îranê bi awayekî fermî ragihand ku di encama êrîşeke Îsraîlê de, heft fermandarên wê yên payebilind ên Hêza Asmanî hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew fermandar ligel Fermandarê Giştî yê Hêza Asmanî, Lîwa Emîr Elî Hacîzade, hatine kuştin.

Beşa Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran îro 15ê Hezîranê eşkere kir, di encama Îsraîlê de, 7 fermandarên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin ku navên wan ev in:

Mehmûd Baqirî, Dawûd Şêxiyan, Mihemed Baqir Tahirpûr, Mensûr Seferpûr, Mesûd Teyib, Xesrew Husnî, Cewad Cersera.

Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de hate destnîşankirin, pileya van fermandaran hemûyan general bûye û roja Îna borî di encama êrîşeke balafirên Îsraîlê de hatine kuştin.

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.