10 hezar kes ji ser sînorê Başûr-Rojhilat vegeriyan Kurdistanê

10 hezar kes ji ser sînorê Başûr-Rojhilat vegeriyan Kurdistanê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku ji ber aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de ku êrîşên herdu aliyan li xaka hevdu didomin, di nava sê rojên borî de hejmareke mezin a geştiyarên ji Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê ku ji bo pîrozbahiya cejnê çûbûn Îranê, ji ber tirsa şer zû vegeriyan.

Li gorî amarên fermî, tenê ji Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran 10 hezar kes vegeriyane.

Rêveberê Niştecîbûn û Pasportan ê Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Hacî Omeran Salar Tehsîn eşkere kir, ji roja Înê heta îro, 10 hezar geştiyarên ji Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê yên ku ji bo geşt û seyranê û derbaskirina betlaneya cejnê çûbûn Îranê, vegeriyane.

Salar Tehsîn got: "Roja Înê, ku roja yekem a êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê bû, 5,200 geştiyar û duh Şemiyê jî 4,400 geştiyar vegeriyan Herêma Kurdistanê." 

Salar da zanîn ku vegera geştiyaran li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran berdewam dike.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.