Almanya biryarê da ku tevlî misyona Yekîtiya Awrûpayê ya Derya Sor bibe

Almanya biryarê da ku tevlî misyona Yekîtiya Awrûpayê ya Derya Sor bibe

PeyamaKurd – Cîgirê berdevkê hukumeta Almanya Wolfgang Büchner li Berlinê civîna çapemeniyê lidar xist û got ku encumena wezîran biryarê daye ku leşkerên Almanya tevlî misyona Yekîtiya Awrûpayê ya Derya Sor bibe.

Ji bo biryara Almanya temam bibe û tevlî "EUNAVFOR Aspides"ê bibe, wê heya 28ê Sibata 2025an tevlî mîsyonê bibe û ji bo wê jî divê meclisa Fedaral biryarê erê bike.

Büchner, ragihand ku hukumeta Almanya ji bo bi hevkarên xwe yên YAyê re zû dest bi kar bike dixebite û li gor biryarê; dê Almanya bi firqeteynekî û 700 leşkeran tevlî mîsyonê bibe.

Büchner got ku herêma misyona "EUNAVFOR Aspides" lê wezîfe dike Babu'l-Mendep, Buhira Hurmizê, Derya Sor, Kendava Adenê, Derya Ummanê û Kendava Basra ye lê din av sînorên avên navdewletî de.

Hûsiyên Yemenê di ava navdewletî yên navborî de keştiyan direvînin, dişêlînin û bi çekan li wan dixin. Bazirganiya dinyayê dixin talûkê.

Ev nivîs 210819 car hatiye xwendin.