Ehmed Sera li Amerîkayê ye: Bi rêxistinên Sûriyeyî re civiya
PeyamaKurd- Ajansa fermî ya Sûriye SANAyê ragihand ku Serokomarê qanaxa veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, gihîştiye Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).
Beriya serdanê DYAê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî navên Ehmed Şera û wezîrê wî yên karên derve Esed Şeybanî ji lîsteyên terorê hatibû derxistin.
Şera, li Washingtonê beriya hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêxistinên sivîl ên Sûriyeyî re kom bû û bal kişand ji nû ve avadankirina Sûriyê û rakirina dorpêçan.
Li gorî agahiyan, di serdanê de dê tevlîbûna hikumeta veguhêz a nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê were ragihandin û tifaqa bi Îsraîlê re were gotûbêjkirin.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.