Dika ahenga derçûna Zanîngeha Kobaniyê hilwesiya
PeyamaKurd- Di ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê de dika yarîgehê hilweşiya.
Hate ragihandin ku doh 8ê Mijdarê li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, ahenga derçûna xwendekarên zanîngeha Kobaniyê bi rê ve çû.
Dema birêveçûna ahenga derçûnê beşek ji dika li stadyuma Kobaniyê hilweşiya û hejmarek xwendekar birîndar bûn.
Zanîngeha Kobaniyê di daxuyaniyekê de sedemên hilweşandinê diyar kir, di beşê dawî yê merasîmê de, piştî destpêkirina muzîk û govendê, ji ber kombûna zêde ya cemaweran beşek piçûk ji dike hilweşiya be lê kes birîndar nebû.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.