Nûnerê Kremlînê yê li Amerîkayê: Sê şertên me yên sereke hene
PeyamaKurd – Di demekê de ku aloziya di navbera Moskow û Washingtonê de zêde dibe, şêwirmendê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtên, Kirîll Dîmîtrîev, gihîşt Amerîkayê da ku hevdîtinên "fermî" pêk bîne. Ev serdan piştî du geşedanên girîng pêk tê: sepandina toleyên nû yên Amerîkayê li ser kompanyayên enerjiyê yên Rûsyayê û paşxistina civîna bilind a di navbera serok Donald Trump û Vladimîr Pûtîn de.
Li gorî raporan, Dîmîtrîev, ku di heman demê de Nûnerê Taybet ê Serokatiyê ji bo Veberhênan û Hevkariya Aborî ye, dê îro li Miamiyê bi nûnerê taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff re bicive. Armanca serdanê ew e ku "gotûbêjên li ser têkiliyên DYE-Rûsya" bidomin.
Serdana Dîmîtrîev bi tenê çend roj piştî wê yekê tê ku Amerîkayê roja Çarşemê, 22yê Cotmehê, toleyên tund li ser du kompanyayên herî mezin ên petrolê yên Rûsyayê, Rosneft û Lukoil, sepandin. Ev tole weke hewldanek ji bo zextê li Kremlînê tê dîtin da ku agirbesteke demildest li Ûkraynayê qebûl bike.
Tevî van gavên tund, Dîmîtrîev tekez kir ku diyalog dê bidome û got ku hevdîtina wî ya li Amerîkayê demek berê hatibû plankirin. Wî got, "Ev hevdîtin berî demekê hatibû amadekirin, û tevî çend kiryarên ne dostane yên dawî, aliyê Amerîkî ew betal nekir." Wî her wiha hişyarî da ku toleyên nû dikarin zerarê bidin xerîdarên Amerîkî û wiha got: "Ev sînordarkirin dê bi tenê bibin sedem ku benzîn li stasyonên Amerîkî bihatir bibe."
Dîmîtrîev tekezî li ser şertê bingehîn ê Rûsyayê ji bo her danûstandineke serkeftî kir û got, diyalog "bi tenê watedar dibe eger berjewendiyên Rûsyayê bên naskirin û bi rêzdarî bêne nirxandin."
Di hefteyên borî de, biryar hatibû dayîn ku serokên Amerîka û Rûsyayê li Bûdapeştê bicivin, lê belê ev civîn hat bipaşxistin. Serok Trump sedema bipaşxistinê bi nebûna pêşketinê di hewlên dîplomatîk ên ji bo agirbestê de ve girêda.
Lêbelê, Kirîll Dîmîtrîev di daxuyaniyên xwe de ji medyaya Amerîkî re got ku civîna bilind nehatiye betalkirin. Wî destnîşan kir ku her du serok dê di demeke paş de bicivin. Pûtîn bi xwe jî piştrast kir ku civîn bi tenê "hatiye bipaşxistin".
Tevî tole û gotûbêjên dijwar, Dîmîtrîev bi awayekî geşbîn axivî û got, "Ez bawer dikim ku Rûsya, DYE û Ûkrayna bi rastî 'gelekî nêzîkî' çareseriyeke dîplomatîk in." Hevdîtina îro ya li Miamiyê dê nîşan bide ka gelo ev geşbînî di cih de ye an na.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.