Arakçi: Hîn biryar li ser danûstandinên nû bi DYA re nehatiye dayîn

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçi got ku Îranê hîn biryar nedaye ka gelo wê bi DYA re danûstandinên nû bike an na û li ser vê mijarê xebat tê kirin.
Arakçi, di bernameyeke televîzyonê de ku ew beşdar bû, tekez kir ku divê gotinên Trump ên derbarê danûstandinên bi Tehranê re neyên girtin, û di vê mijarê de bi Washingtonê re lihevkirinek tune ye, û got:
"Me hîn biryar nedaye ka em ê bi DYA re danûstandinên nû bikin an na, ev mijar niha tê nirxandin. Hîn planek ji bo destpêkirina pêvajoya danûstandinan nehatiye amadekirin."
Arakçi diyar kir ku heke cezayên li ser Tehranê werin rakirin û destûra dewlemendkirina uranyûma aştiyane wekî xalên mecbûrî were zêdekirin, Tehran wê amade be ku bi DYA re peymanek îmze bike, û destnîşan kir ku Tehran amade ye ku garantiyan bide ku ew ê çekên nukleerî hilneberîne.
Arakçi tekez kir ku nakokiya Îran-Îsraîlê, ku DYA bi lêdana tesîsên nukleerî yên Îranê tevlî bûye, mijara danûstandinan aloz kiriye û wiha domand:
"Wan guman kir ku ew ê tesîsên me yên nukleerî bi tevahî hilweşînin, me vala bihêlin û dû re bibêjin 'werin em ji bo danûstandinan rûnin.' Na, ev yek çênebû. Amerîkiyan bi vî şerî ev mijar aloztir kiriye û danûstandinên din ji bo Amerîkiyan ji yên berê hêsantir nabin."
Serokê DYA Donald Trump piştî civîna NATOyê ya li Den Haagê bi rojnamevanan re axivî û diyar kir ku hefteya bê dê di navbera nûnerên DYA û Îranê de danûstandin hebin. Serokê DYAyê diyar kir ku danûstandin dikarin bibin sedema rêkeftinekê lê ev ji bo wî 'ne hewcedariyek' bû.





