Avahiya 5 qat hilweşiya: 10 kes mirin û 8 kes birîndar bûn

Avahiya 5 qat hilweşiya: 10 kes mirin û 8 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Pakistanê li bajarê Karaçiyê avahiya 5 qat ku di sala 1974an de hatibû avakirin hilweşiya. Li gor tesbîtên niha; heya niha 10 kes tê de mirine û 8 kes birîndar rizgar bûne.

Niha xebata lêgerînê û rizgarkirina 25 kesên ku di bin enqazan de ne dewam dike. Rayedar ragihandin ku avahiyên nêzê ya hilweşiya, hatine tehliyekirrn lê bi armanca tedbîran wan vala kirine.

Li ser bûyerê serokkomarê Pakistanê Asif Ali Zerdari û serokwezîr Şahbaz Şerif ji ber bûyerê xemgîniya xwe ragihandine.

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.