Balyozxana Polonyayê di êrîşa Rûsya de zerarê dît û Polonya nota da Rûsyayê

PeyamaKurd – Di êrîşa Rûsyayê ya ser Kievê de ji ber konsulxaneya Polonyayê ya Kievê zerarê dît, bû sedema krîza dîplomatîk ya navbera Rûsya û Polonyayê. Li ser bûyerê Polonya nota da Rûsyayê.
Wezîrê kar û barên derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku êrîşa Rûsyayê bûye sedema hilweşandina avahiya konsulxanê û agir bi avahiya konsulxanê ketiye. Hat gotin ku li ser bûyerê hewlên dîplomatîk dewam dikin. Wezîr Sikorski got:
“Serok Trump! Putin bi hewlên we yên aştiyê tinazên xwe dike. Ji kerema xwe re ji bo Ûkraynayê muhîmmatên balafirsawaran bişîne û li hemberê êrîşker givaşên tund deynin.”
Polonya nota xwe da konsulxana Rûsyayê ya li Varşovayê. Li gor wezaretê; Rûsya bi êrîşê, hûqûqa navdewletî û peymana 1961an ya Peymana Viyanayê binpê kiriye.
Artêşa Ûkraynayê ragihandibû ku artêşa Rûsyayê bi 539 dronan û 11 fuzeyan êrîşê ser Kievê kiriye.
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




