Sedir: Heta milîs neyên hilweşandin em beşdarî hilbijartinan nabin!

Sedir: Heta milîs neyên hilweşandin em beşdarî hilbijartinan nabin!

PeyamaKurd- Rêberê Tevgera Şîeyên Iraqê Muqteda es-Sedir îro înê 4ê Tîrmehê bi peyamekê ragihand, ew dê tevlî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlamento) yên bê nebin, heta ku milîsên çekdar neyên hilweşandin.

Sedir, bi destnivîsa xwe peyamek belav kir û got: "Yên ku dikarin, bila tevlî hilbijartinan nebin. Yên ku nikarin jî, bila rêya tama desthilatdariyê bidin ber xwe."

Sedir diyar kir, “Rastî binecih nabe, derew jî naşkê, tenê heke bi radestkirina çekan ji dewletê re, hilweşandina milîsan, xurtkirina artêşê û polîsan, garantîkirina serxwebûn û bindestnekirina Iraqê, û bi cidî şopandina çaksaziyê û hesabpirsîna li gendelkaran nebe.”

Rêberê Tevgera Şîeyan di dawiya peyama xwe de jî hişyarî da ku, "Tiştê ku veşartî ye mezintir e."

Hêjayî gotinê ye, Muqteda Sedir roja 27ê Adara 2025ê peyamek parve kiribû û gotibû, “Em dê tevlî pêvajoya siyasî ya paşerojê ya Iraqê nebin, ku tenê ji bo berjewendiyên mezhebî û partî ye.”

Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.