Sefera yekem ya balafirê ji Ankara bo Şamê hat kirin

PeyamaKurd – Wezîrê gihandinê û avahiyên bingehîn yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloğlu di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku sefera yekem ya balafirê ji Ankara bo Şamê hat kirin.
Uraloğlu, got ku bi vê seferê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de car din pêwendî hat danîn û wê ev têkilî di navbera har dû welatan de pêwendiyên dîrokî û çandî car din vejîne. Uraloğlu weha dewam kir:
“Ji Ankara ji balafirgeha Esenboğayê bo Şamê yekem sefer hat kirin. Ev sefer wekî nîşaneya dosyaniyê derbasî dîrokê bû. Wê di heftê de 3 caran seferên balafiran di navbera Ankara-Şamê de bibe. Roja Duşemê, Înê û Yekşemê.”
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




