Sûriye: Em amade ne vegerin peymana 1974an a bi Îsraîlê re

Sûriye: Em amade ne vegerin peymana 1974an a bi Îsraîlê re

PeyamaKurd- Wezareta Derve ya hikûmeta veguhêz Sûrîyê ragihand ku hikûmeta Sûrî amade ye vegere peymana sala 1974an bi Îsraîlê re.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pêwendiyeke telefonî pêk anîn. Piştî wê hevdîtinê hate ragihandin ku Sûriyê dixwaze bi Amerîka re alîkar be û hate gotin, herdu wezîran mijarên hevbeş weke doseya çekên kêmyewî, destwerdanên Îranê, rakirina sizayên Amerîkayê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Herwiha doseya rûbirûbûna rêxistina terorîst DAIŞê hate gotûbêjkirin û herdu aliyan diyar kir ku rêxistina terorî hîn metirsiyê li Sûriyê çêdike, bi taybetî piştî teqîna Dêra Mar Ilyas.

Li gorî daxuyaniyê, Rubio gotiye, welatê wî dixwaze careke din balyozxaneya xwe li Sûriyê veke û El-Şeybanî ji bo serdana Amerîkayê vexwendiye.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.