Mesrûr Barzanî beşdarî şîna Mihsin Amêdî bû

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, tevlî behiya têkoşer û kesatiyê navdar ê devera Badînanê Mihsin Amêdî bû û serxweşî li malbata wî kir, hevxemiya xwe ji bo malbat û kesûkarê wî diyar kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Tîrmehê li qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê tevlî şîna têkoşer û kesatiyê navdar ê devera Badînanê Mihsin Amêdî bû.
Serokwezîr Barzanî serxweşî li malbat û kesûkarên Xwedêjêrazî kir, hevxemiya xwe diyar kir û hêvî xwest ku Xweudayê mezin canê wî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê jî bide malbat û kesûkar û hevalên wî.
Malbata Mihsin Amêdî jî rêz û spasiyên xwe ji bo serxweşî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di behiya wan de anîn ziman.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




