Trump: Erdogan dikare rolekê di dawîanîna şerê Rûsya-Ukraynayê de bilîze

Trump: Erdogan dikare rolekê di dawîanîna şerê Rûsya-Ukraynayê de bilîze

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dikare roleke girîng di bidawîanîna krîza di navbera Rûsya û Ukraynayê de bilîze.

Trump di rêya vegera xwe ya ji Misrê bo Washingtonê de bi rojnamevanan re axivî û got, "Erdogan dikare vê bike. Rûsya rêzê li wî digire."

Trump zêde kir, "Ez nikarim tiştekî li ser Ukraynayê bêjim, lê Putin rêzê li wî digire."

Li Şarm el-Şêx, di lûtkeyeke ku ji aliyê Serokê Amerîkayê û Serokkomarê Misrê Abdel Fattah el-Sîsî ve li dar ket û Erdogan jî beşdar bû de, peymana agirbestê li Xezzeyê hate îmzekirin.

Trump bi gotina "bi rêberên dijwar re baş li hev dike" behsa Erdogan kir, jê re bi bîr xist ku Tirkiye ji sala 2022an vir ve ji bo bidawîanîna şer hewlên navbeynkariyê dimeşîne.

Di vê navberê de, Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy piştrast kir ku ew ê roja Înê, 17ê Cotmehê, li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Trump re bicive.

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.