Parlementer Gergerlioğlu destekê da gotinên Erdoğan

PeyamaKurd – Li ser axaftina serokkomarê Tirkiyê Erdoğan ya ku di civîna şêwra AKPê de axifîbû û gotibû:
“AK Parti, MHP û Dem Partî wê biryara pêvajoya aştiyê bi hevre bimeşînin.”
Parlementerê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Ömer Faruk Gergerlioğlu destekê da gotinên Erdoğan û got:
“Serokkomar xweş got.”
Erdoğan di axaftina xwe de gotibû:
“Wê tiştnên xweş bibin. Herî kêm em AK Parti, MHP û DEM Parti wekî sê qolî, me biryarê da em bi hevre bimeşin. Derdê me heye. Madem derdê me heye û me dest daye hev, em ê astengiyan ji ortê rakin. Ne hewceye em kulmên xwe bigivêşin.”
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




