Pervin Buldan gotinên Erdoğan zelal kir û nirxand

PeyamaKurd – Li ser gotina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ku got ‘AK Parti, MHP û DEM partî her sê bi hevre biryarê dane di vê rêyê de bimeşin’ Endama heyeta İmraliyê Pervin Buldan ji aliyê DEM Partiyê de zelaliyê xist ser gotina Erdoğan. Buldan piştî civîna AKPê ya Şêwrê ya 32em ku di destpêkê de Erdoğan axatinekî kir, li ser axaftinên Erdoğan şiroveyan kir û got:
“Bila kes şaş fêm neke. Ev hevkarî hevkariya pêvajoyê ye. Divê teqez wekî hevkariyekî dinê nê fêmkirin. Xeta herkesî û rêya tê de diçe aşkeraye.”
Erdoğan gotibû ku wê di meclisê de komîsyonekî ava bikin, pêdiviyên pêvajoyê di bin sîwana meclisê de biaxifin û weka Hevkariya Cumhuriyetê û DEM Partî wê bi hevre pêvajoyê bimeşînin…
Axaftina Erdoğan gelek dirêj bû lê Pervin Buldan li ser axaftinê got ku ew axaftina Erdoğan bi qiymet dinirxîne, erêniye û Erdoğan li pêvajoyê xwedî dertê û weha dewam kir:
“Ez axaftina Erdoğan bi qiymet û bi qedir qebûl dikim. Ji aliyê pêvajoyê de tiştên bên kirin û ji niha pêde tiştên bên kirin, di derbarê wan de peyamên gelek baş da. Xetayên ku heya niha dewletê kiriye ku bi xwerexnekirin peşkeş kir, kiryarên kirdeyên wan nediyar (Faîlî Meçhûl), Torosên Sipî, şewitandinên gundan û behsa qedexeya axaftina Kurmacî gelek girîng bûn. Dema em van hemûyan bi hevre rave dikin, wekî naveroka axaftinê gelek erênê, berfireh û bi xwedî derketin dibînim.
Erdoğan xwediyê xetekî zelal û bi biryardare û dibêje ji niha û pê de wê pêngavên girîng bavêjin. Pêvajo bi astên aşkera dewam dikin. Di astên piştî niha de, wê çareserî bi diyalog, bi axaftin, muzakere û bi hatina cem hev yanî bi hevkariya komarî û DEM Partiyê wê pêvajo karibe dewam bike. Ev jî girîng bû.
Helbet em wekî DEM Parti di navenda pêvajoyê de ne. Lê yê çareser bike Hevkariya Komariye. Hevkariyekî weha û ortaxî wê bi vate be. Em ji vêya re bêjin hevkariya pêvajoyê. Peyama ku rêzdar serokkomar da, wê îşareta hevkariya ji aliyê pêvajoyê de be.”
Buldan got ku Erdoğan îşaretê da ku pêvajo bilez bimeşe û DEM Parti zanibû ku wê komîsyon ava bibe û got:
“Birêz Erdoğan îro jî got ku wê komîsyon ava bibe. Hun pêvajoyê zanin. Çiqas dirêj bibe wê ji bo leystik û provakasyonan vekirî bimîne û dibe hinek pirsgirêkên din bibin. Komîsyon astekî pevajoyê ye. Di komîsyonê de wê kîjan qanûn derên bilez bên destnîşankirin û bi vebûna meclisê re bibin qanûn û bên bicîhkirin…”
Buldan li ser mesela Sûriyê got ku Erdoğan gotiye li ser Sûriyê hevdîtinên wan hene, peyam şandina wî ya bo Kurdên perçên din û ku got ew ‘mesela me ye û wê Tirkiyê do orta mesela Kurda ya Rojhilata Navîn de be’ mijarekî girînge lê Sûriye ciyekî cuda ye. Buldan weha dewam kir:
“Li Sûriyê hinek mijar zelal bûne. Weka em dibînin hêj mijar hene ku zelal û çarser bibin. Ji ber bûyerên li Rojava bandorê li temamê Kurda dikin divê bilez çareser bibin.”
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.




