"Ji destpêka kampanyayê ve 540 binpêkirin hatine tomarkirin"

"Ji destpêka kampanyayê ve 540 binpêkirin hatine tomarkirin"

PeyamaKurd - Cumana Galayî, berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê diyar kir ku heta niha 540 binpêkirin hatine tomarkirin.

Di daxuyaniyeke roja Yekşemê, 26ê Cotmehê, Cumana Galayî diyar kir, "Heta niha, 540 binpêkirin bi rêya komîteyên binî gihîştine komîteya navendî."

Galayî got, "Piştî ku pêvajoya dengdanê qediya, mehek dem ji namzedan re tê dayîn ku poster û wêneyên xwe ji kolan û qadên giştî rakin." Wekî din, Komîsyon wê vê peywirê bigire ser xwe û lêçûn wê ji namzedan were stendin.

Li gorî Komîsyonê, 837 namzed ji hilbijartinên parlementoyê hatine derxistin.

Kampanyaya hilbijartinê ya hilbijartinên parlementoyê yên Iraqê di 3ê Cotmeha 2025an de, bi biryara Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê, di saet 12:00ê şevê de dest pê kir.

Hilbijartin ji bo 11ê Mijdara 2025an, di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê de, hatiye plankirin ku werin lidarxistin.

Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.