Mesrûr Barzanî û Balyozê Rûsyayê pêşhatên herêmê û hilbijartinên Iraqê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Îro Duşemê, 27ê Cotmeha 2025an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Federasyona Rûsyayê yê li Iraqê, Elbrus Kutrashev, û şandeya pê re kir.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê, di civîna ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin jî amade bû, rewşa siyasî ya Iraqê, geşedanên dawî yên li herêmê û pêşxistina pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de hatin nirxandin.
Mijareke sereke ya hevdîtinê, hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê bû, ku tê de her du aliyan nêrînên xwe li ser girîngiya pêvajoyê ji bo paşeroja siyasî ya welat parve kirin.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.