Çîn: Kî bibe serokê DYAyê ji me re ferq nake

Çîn: Kî bibe serokê DYAyê ji me re ferq nake
PeyamaKurd - Berdevkê Serokparlamenê Çînê diyar kir ku di hilbijartinên serokatiyyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de kî bi ser bikeve jî ew hêvî dikin ku pêwendiyên li gel wî ji berê baştir bibin.

Berdevkê Serokparlamena Çînê Lou Qinjian di civîneke çapemeniyê de li ser pirsên rojnamegeran ên di derbarê hilbijartinên DYAyê de nirxandinan kir.

Qinjian anî ziman ku mijara hilbijartinan meseleyên navxweyî yên welatan e û got: "We behsa hilbijartinên serokatiyê yên DYAyê kir, ev mijareke navxweyî ya DYAyê ye. Kî bibe serok ferq nake. Em hêvî dikin ku DYA û Çîn di heman rîwangeyê de bi şêwakeke seqamgîr û durust û domdar bi hev re bixebitin.
"Sîstiqrar û başkirina têkiliyên Çîn-Amerîka tiştek e ku her kes ji nêz ve dişopîne û li bendê ye ku bibîne,"

Lou Qinjian di berdewamiya nirxandina xwe de anî ziman ku geşbûn û xweşmeşiyana pêwendiyên DYA û Çînê mijareke ku herkes li bendê ye û ji nêz ve dişopîne ye û got: "Ji ber wê yekê kî bibe serokê DYAyê jî ev daxwaza geşkirin û xurtkirina pêwendiyên me yên bi DYAyê re naguhere.

Di salên dawî de di navbera Pekîn û Washingtonê de, li ser mijarên sereke yên wekî teknolojî, bazirganî, mafê mirovan û her wiha angaştên Çînê yên li ser Taywan û Deryaya Çînê ya Başûr li hev kirinek heye. Ev nivîs 200979 car hatiye xwendin.