Daxuyaniya Kremlînê ya li ser Ûkraynayê: Bi rêbazên dîplomatîk çênabe

PeyamaKurd – Li gorî rapora dawî ya Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) berdevkê Kremlinê Dîmîtrî Peskov ji rojnamevanan re got,
"Em bi bidestxistina armancên xwe di pêvajoya operasyona leşkerî ya taybet de eleqedar in, û çêtir e ku ev bi rêbazên siyasî û dîplomatîk were kirin. Lê heya ku ev ne mimkun be, em ê operasyona taybet berdewam bikin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, duh, roja Pêncşemê bi telefonê nêzîkî saetekê axivîn. Di şeşemîn civîna Trump a duyemîn a serokatiya wî de, Pûtîn helwêsta xwe ya li ser çawaniya berdewamiya şerê Ûkraynayê eşkere kir.
Li gorî çapemeniya Amerîkî, Pûtîn bi eşkereyî got ku Rûsya "wê bigihîje armanca xwe ya jiholêrakirina sedemên bingehîn ên pevçûnê li Ûkraynayê ûwê ji armancên xwe bi paş ve gav neavêje".
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




