Ferhan: Washington û Riyadê li ser bidawîkirina şerê Xezeyê li hev kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan, di civîna rojnamevanî ya piştî lûtkeya Amerîka-Kendavê ya li bajarê Riyadê de, ragihand ku Washington û Riyadê ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê û berdana hemû girtiyan li hev kir.
Bin Ferhan piştgiriya Siûdî ji bo danûstandinên nukleerî yên di navbera Îran û Amerîkayê de jî nîşan da û hêviya encamên erênî kir.
Wezîrê Siûdî ji bo Xezeyê got, pêwîst e alîkarî bêyî astengî bigihîjin Xezeyê, ji bo wê jî divê agirbest hebe.
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.




