Rejîma Îranê li Zindana Ûrmiyê girtiyekî Kurd bi dar ve kir

PeyamaKurd – Rejîma Îranê girtiyê Kurd Moşîr Osmanzade, yê ji Ûrmiyê, bi hinceta “kuştina biqest” duh, sibeha Çarşema 14ê Gulana 2025an di Zindana Navendî ya Ûrmiyê de bi dar ve kir.
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê, Moşîr Osmanzade 4 sal berê bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû girtin û piştî biryara dadweriyê, roja Duşemê ji beşa 4an a zindanê neqlî hucreya takekesî hatibû kirin.
Çavkaniyên agahdar diyar kir ku cezayê bidarvekirinê sibeha Çarşemê li Zindana Navendî ya Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê hat pêkanîn.
Hengawê diyar kir ku heta dema ku wan ev nûçe amade kiriye jî, medyaya fermî ya rejîmê Îranê û platformên bi ser wê ve, derbarê darvekirinê de tu daxuyanî belav nekirine.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.





